52

1 Bi çiyayê Tûrê
2 Û kitêba rêz bi rêz nivsandî.
3 Di pelê raxistî de.
4 Û mala avakirî.
5 Û banê bilindkirî.
6 Û deryaya bi agir tijîkirî.
7 Bêguman ezabê perwerdekarê te wê hey were.
8 Tu kes nikare nehêle.
9 Roja ku asîman bi hejek zor dizivire.
10 Û çiya bi meþek dijwar diçe.
11 Edî wêrojê xulî li serê ên diderewînin be.
12 Ewên ku di (qeþmeriyan) de noq bûne dileyizin.
13 Roja ku bal agirê dojehê ve bi zorê têne qewirandin.
14 (Ji wan re tê gotin ku:) "Agirê ku we wî diderewand evê haye."
15 Vêca ma evê han efsûn e yan hûn nabînin?"
16 "Hûn têkevinê-biþewitin. Êdî we divê hewî bînin yan hewî neynin, ji we re yek e. Lewra bêguman hûn tenê bi tiþtê we dikir têne celat kirin."
17 Bêguman xweparêz di bihiþt û xweþiyan de ne.
18 Ew bi tiþtê perwerdekarê wan daye wan dilþa ne. Perwerdekarê wan, wan ji ezabê dojehê parastiye.
19 (Ji wan re tê gotin ku:) "Hûn ji ber tiþtê we kiriye di noþîcanî bixwin û vexwin."
20 Ew li ser textê rêz bi rêz kirî paldayî ne. Me wan bi horiyê çavbelek re kiriye cot-zewicandiye.
21 Ewên bawerî anîne û nivþa wan bi bawerî dane pey wan, me nivþa wan bi wan gihandiye. Me tu tiþt ji kirinê wan ji wan re kên nekiriye. Her kes bi keda xwe gerew e.
22 Û me, ji tiþtê dilê wan diçê pirr fêkî û goþt da wan.
23 Ew tê de kasikê meyê dirêjî hevûdin dikin ku tê de ne serxweþî heye û ne jî guneh.
24 Ji wan re hin zarû (xulam) hene ku li ber (destê) wan digerin, ew her wekî moriyê parastî ne.
25 Hin ji wan li hina zivirîn ji hevdû pirsîn.
26 Gotin ku: "Bêguman em berê di nav maliyên xwe de dilbitirs-dilovîn bûn."
27 "Vêca Xuda bi me qencî kir û me ji ezabê dojehê parast."
28 "Bêguman me berê jî wî diheband. Bêguman ew, qencê dilovan her ew e."
29 Vêca tu bi bîr xinê-þîreta bike; êdî tu bi qenciya perwerdekarê xwe ne penhango yî û ne jî dîn î.
30 Yan qey ew dibêjin ku: "Ew þair e (helbestvan e). Em li bendê ne êþa mirinê pê de were."
31 Tu bêje ku: "Hûn li bendê bin. Vêca bêguman ez jî bi we re ji bendewaran im."
32 Yan qey hiþê wan ên çewt bi vî fermana wan dike yan ew komelekî serkêþ in?
33 Yan ew dibêjin ku; "Wî (Qur´anê) ji ber xwe ve gotiye?" Ne, ew bawerî nayinin.
34 Eger ew bera rastgo ne vêca ka bira ew peyvekî wekî wê bînin.
35 Yan ew, ne ji tiþtekî hatine aferandinê yan ew bi xwe aferandekar in?
36 Yan qey wan asîmana û zemîn aferandiye? Ne, ew ji dil pê bawerî nayinin.
37 Yan qey xezîne perwerdekarê te li cem wan in? Yan ew xwedanê serdest in?
38 Yan qey ji wan re pêplûk hene ku pê (bilind dibin) gohdarî dikin? Vêca bira gohdarê wan delîlek xuya bîne.
39 Yan qey jê re keç û ji we re kur hene?
40 Yan qey tu destmuzekî ji wan dixwazî, vêca ku ew ji deyndariyê bargiran bûne?
41 Yan qey (zanîna) penhanî li cem wan e vêca ew dinivsînin?
42 Yan ew dixwazin xax û dafekî bikin? Vêca ên kafir bûne her ew bi xax û daf in.
43 Yan qey ji wan re bêyî Xuda Xudakî (dim) heye? Xuda ji tiþtê ew dikin þirîk pak bêrî ye.
44 Eger ew bibînin ku ji asîman perçekî dikeve wê bêjin ku: "Ew ewrekî li ser hev dewisandî ye."
45 Vêca tu dev ji wan berde heya ew rastî roja xwe ya ku ew tê de behîþ bikevin-bimirin, tên.
46 Roja ku ne xax û dafê wan bi tiþtî bikêra wan tê û ne jî ew têne yarî kirin.
47 Û bêguman ji ên sitemkarî kirine re berî vê (rojê) ezabek heye lê belê pirrî wan nizanin.
48 Tu ji hukmê perwerdekarê xwe re hewî bike. Êdî bêguman tu li ber çavê me yî, û tu dema rabû yî bi pesn û sipasê perwerdekarê xwe wî (ji her kêmasiyî) pak bêrî bidêre.
49 Û hinek ji þevê û piþtî çûna sitêrkan wî pak bêrî bidêre-limej ke.