11

1 E.L.R. (Hey Yezdan bi ar­şa van tîpan dizane). Eva pirtûka hanê (pirtûkeke wusa ne) ku ji bal Yezdanê bijejkeyî agahdar da, beratên wê hatine hêz kirin, paşê hatîne vekirinê.
2 Ji bo ku hûn hey perestîya Yezdan bi tenê bikin. Bi rastî ez ji bal wî da ji bona we ra bi tirsdanok û mixgînvan (hatime şandinê).
3 Û (ji bo ku hûn) baxişana xwe ji Xudayê xwe bixwezin. Û paşê, ku hûn ji kirinê xwe poşman bibin li bal Xudayê xwe da, bizivirin; ku Xuda jî heya wî danê navdaî we bi qencê jînan, bide jînandinê û ewa ji bona hemûşk rûmetdaran ji rûmeta xwe, wan rûmetdar bike. Û heke hûn (ji van şîret û gotinan) rû bifetilînin, îdî (hûn bizanin!) bi rastî ez ji wê şapata roya mezin, ku bi ser we da were, ditirsim.
4 Hey şûna hewa we ye (ku hûnê li bal da) bizivirin; ewa li bal Yezdan e. Û ewa bi xweber jî li ser hemû tiştan bi hêz e.
5 Hûn hişyar bin! Bi rastî ewan (filan) ji bona, ku ji xwendina (Qur’an û ji gotinê (Muhemmed) xwe veşerin; singe xwe duta dikirin (ji rastîyî vedişartin). Hişyar bin! Di gava (ku ewana ji bona razanê) xwe di nava kincên xwe da dipêçin û vedişerin jî, Yezdan dîsa bi wan tiştên, ku ewan vedişerin û vedikin û diyar dikin, dizane. Bi rastî Yezdan bi tişta di singa da veşartî dizane.
6 Û çiqa rewar di zemîn da hene! rozîya wan hemûşkan hey Yezdan dide û ewa bi şûna wan rewaran, di gava (dibine beden) di şûna xwe da diêwirin û ji şûna xwe derdikebin (bê beden dimînin) diçin, dizane. (Ya jî bi şûna wanê cîhanî û bi şûna wan e, ku hêj di tovê xwe da nin dizane). Evan bûyeran hemûşk jî di nivîsareke (hijmarî) û daveger da nin.
7 Ewê, ku ezman û zemîn di şeş (êwirêndanî da) afirandîye heye! Ewa Yezdan e (gava Yezdan, evan diafirandin) hêj hêza wî yê arşî (mana) li ser avê bû (Yezdan eva gerdûna bi vî awayî afiran­dîye) ji bo ku, we biceribîne; ka kîjanê ji we kiryarên qenc dike. (Ji piştî van beratan jî) heke tu (ji wan ra aha) bêjî: "Bi sond! Hûnê ji piştî mirinê (rabin ji bona xelat û celatdanê) bi civandin bêne şandinê". Wê ewanê fiLê (aha ji bona te ra) bêjin: "Evan (gotin û şîretan ji pêştirê ançeke huzwartî, qe tu tişt nînin.”
8 Û heke em şapatê heya danekî hijmarî ji wan bidine para da (ewan bûne fiLê hene! Wê aha) bêjin: "Ka, ewa şapata (ji me ra dihat) çi hatina wê daye para da?" Hûn hişyar bin! Di roya, ku şapat ji wan ra were, ewan nikarin ewê şapatê ji xwe bidine para da. Ewa şapata ku ewan bi hatina wê tinaz dikirin (haya wan qe tune ye) ewan hildane nava xwe da jî.
9 Û heke em ji bal xwe da bi meriva dilovanîyekî ji xwe bidine tam kirin (ewa bi wê şa dibin) paşê heke em ewe dilovanîyê ji wî rakin derxin, ewa (meriva ji dilovanîya me) bi murûzî bê hêvî dibe. Bi rastî (ewa qencîyên me yên berê, ku me bi wî kirine) bîrva dike.
10 Û heke em ji piştî wan kul û derdên bi meriva girtine; qenc û xweşîyek bidine tamkirinê, ewa (aha) dibêje: "Bi rastî îdî sikatî nexweşî ji min çûye.” (Ewan tengaîyên hêj berê da bi wî da hatine, bîr­va dike). Bi rastî ewa (meriv) dilşa û qure ye.
11 Ji pêştirê wan merivên, (li ser wan herduk temtêlan da jî) hew kirine û karê aştî kirine. Ji bona van merivên (bi van salixên qenc hatine salixkirinê) baxişandin û kiryeke mezin heye.
12 Ji ber, ku ewan (aha) dibêjin: "Gotî li ser wî da (pêxember), xezîne bihatina hînartinê, ya jî bi wî ra firişte hatibûnan (ku me bi wî bawer bikira)? Îdî ji bona van gotinan wusa singê te teng di­be, nezîk dibe, ku tu hinekî ji wan biryarên li bal te da hatine hinartinê ji (merivan ra nebêjî) dest ji wan berdî. (Muhemmed! Hişyar be) tu hey hişyarvan û gotîkarî. Yezdan li ser hemûşk tiştan serkar e.
13 Qey ewan (aha) dibêjin: "(Muhemmed eva Qur’ana li bal xwe da) aloze kirîye (ku tu jî ji wan bihêrs dibî?" Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Heke hûn di doza xwe da rast in, ji pêştirê Yezdan hêza we digihêje çi, hûn gazî wan jî bikin, hûn jî deh ferkerên wekî (we Qur’anê) aloze bikin, bînin."
14 Îdî (gelî filan!) heke ewan tiştên, ku hûn (bi wan bawer in) bi pisyarî (arîkarya we nekirin) hûn bizanin. ku bi rastî (ewa Qur’ana) bi zanîna Yezdan hatîye hînartinê û ji pêştirê wî jî (tu tiştî babetê perestîyê) tune ye. Îdî gelo hûnê teslîm bibin?
15 Kesê jîn û xemla cîhanê bivê, emê ji bona wan ra (di cîhanê da bê kemasî) kirya wan bidine wan, ewan di cîhanê da jî qe tu kêmasî nabînin.
16 Evanê ku bi van salixan hatine salixkirinê hene! Ji bona wan ra di para da hey agir heye. Ewan pêşeyên wan e, ku ewan kirine, di para da hemûşk şewitîne û ewan kirinê wan hemûşk pûç bûne.
17 (Qe evanê, ku bi van sali­xan hatine salixdanê) wekî wanê, ku ji Xudayê wan ji wan ra rêya diyarî hatibe û ji Xudayê wan (beratên ji Qur’anê) bi şahidî (ji bona rêya rast) ji wan ra bê xundinê û hêj di berya (Qur’anê da jî) pirtûka Mûsa (Tewrat) ku pêşrevan û dilovîn bûye (eva rêya rast daye hêzkirine) wekî hev dibin? Evanê bi van (salixên) rast hatine salixkirinê he­ne! Ewan bi Qur’anê bawer dikin. Û kîjan part bi Qur’anê bibe fiLê, bi rastî şûna wî agir e, îdî bira ji bona te ra di mafê Qur’anê da qe tu dudilî çê nebe. Bi rastî ewa Qur’ana ji Xudayê te bi mafî (hatîye). Lê pirên ji kesan (bi Qur’anê) bawer nakin.
18 Gelo ji wanê, ku bi vir derewan li ser (navê) Yez­dan dikin, cewrkartir hene? Evanan di hemberê Xudayê xwe da têne raberkirinê; şahid ji bona wan ra (aha) dibêjin: "Ewanê, ku li ser navê Xudayê xwe vir dikirin ev in". Hûn hişyar bin! Bi rastî deherandina Yezdan li ser cewrkaran e.
19 Ewan (cewrkaran) wusa nin, rêya Yez­dan (li ber kesan) dibirin û divên, ku ewê xar bikin. Şixwa ewan bi xweber jî (bi jîna) danê para da bawer nakin.
20 Evanê bi van (salixan hene!) ewanan (gava Yezdan ji bona wan ra di vê cîhanê da şapatê bide) nikarin ewî bêzar bikin, ku ewa ji bona wan ra di zemîn da şapatê nede. Ji bona wan ra şapat tê car carkirinê. Ewan nikaribûne, ku rastîyê bibêhên û nikaribûne, ku rastîyê bibînin jî.
21 Evanan in, ku ji bona xwe ra zîyan kirine. Û ewan tiştên, ku ewan goman dikirin wê ji bona wan ra (di para da mehderya wan bikin) bi xweber wunda bûne.
22 Qe tiştek nabe! Bi rastî di parada jî ewan bi xweber pir zîyan kirine.
23 Bi rastî ewanê, ku bawer kirine û karê aştî kirine û bi dilgermî li bal Xudayê xwe da bi perestî fetilîne, ewanan. hevrîyên bihiştê ne, ewan di bihiştê da heymanok in.
24 Heçwekîya van her du destan; wekî (van her du destên hanênan in): Yek ji wan kor û ker be (desta mayî jî) bibîne û bibêhê, qe temtêla her du destan bi heçwekî wekî hev dibin? Îdî gelo qe hûn (ji bona temtêla van her du destan) naponijin?
25 Bi sond! Me Nûh li bal komalê wî da şandîye (ji bo ku ewa ji bona wî komalê xwe ra aha bêje): "Bi rastî (gelê) min! Ez ji bona we ra bi pêxemberî li bal we da hatime, ku bi diyarî tirsa (ji şapatan bidim ji bo ku hûn gonehan nekin).
26 Hûn hey ji bona Yezdanê bi tenê ra perestî bikin. Bi rastî ez ditirsim (heke hûn bawer nekin) şapata ro ya dilsoz bi we da were.
27 Îdî (ji piştî van şîretên Nûh) ewê desta fileyên pêşrewanê ji komalê wî (aha) gotine: "Em te dibînin, ku tu jî kesekî wekî me yî. Û ewan di cara yekem da, bûne peyrewê te hene! Em dibînin, ku ewan riswayên me ne û em ji bona we ra tu rûmetekî jî li ser xwe nabînin, hêj (ji van jî pirtir) em goman dikin, ku hûn derewan dikin (ka emê ça bi te bawer bikin?)."
28 (Nûh di bersiva wan da aha) gotîye: "Gelê min! (ka ji min ra bêjin) heke ji Xudayê min rêyên xûyayî û biryarên rast li bal min da hatibin û Xudayê min li bal xwe da bi dilovanî (pêxemberî) dabe min, ewan (biryar û dilovanî) ji we hatibin veşartinê (hûn jî bi wan bawer nekin) hene! Qey gava hûn bi wan (bawer nekin) emê bi zor bi we bidine bawer kirinê?"
29 Gelê min! Ez ji bona (vê pêxemberîya xwe jî) qe tu malekî ji we naxwezim, kirya min hey li ser Yezdan e (ji bona ku hûn ewan navên) ez nikarim ewanê ku bawer kiribin, bixme der. Bi rastî ewanê bigehêjne Xudayê xwe (ewanê fereste bin. ezê ça ewan derxime derva?) Û Lê bi rastî ez dibînim, ku hûn komalekî (wusa nin) xwe davêjine nezanîyê.
30 Û gelê min! Îdî qe hûn naponijin heke ez ewan (bawergeran li bal xwe) derxime derva (gava şapata Yez­dan ji bona tûla wan bi min da were) gelo kî dikare arîkarîya min bike (ewê şapatê ji min bide para da)?
31 (Gelê min!) Ez ji bona we ra nabêjim: "Xezînê Yez­dan li bal min hene (werin, ezê ji bona we ra bidim). Bi rastî ez ji tiştên ne ber çavî jî nizanim." Û ez nabêjim: "Ku bi rastî ez firişteme;" Û ez ji bona wanê, ku hûn ewan piçûk dibînin, aha jî nabêjim: "Bi rastî Yezdan ji bona wan ra qe tu qencî nade." Yezdan bi tişta di dilê wan da çêtir dizane. Bi rastî gava, ku ez evanê (borî bêjim) di wê gavê da ez dibime ji wanê cewrkar."
32 Ewan (komalê pêşrewan ji bo­na wî ra aha) gotine: "Nûh bi sond! Te bi me ra tekoşîn kir û tu di tekoşîna bi me ra jî pir pêş va çûyî. Heke tu di doza xwe da rastî, ka îdî ewan şapatên, ku tu me bi wan ditirsînî, ji bona me ra bîne."
33 (Nûh aha) gotîye: "Bi rastî he­ke Yezdan bivê wê ewê hey ewê şapatê ji bona we ra bîne û hûn bi xweber jî nikarin ewî şapatdanê bidine bêzarkirinê, ku şapatê nede we."
34 Heke Yezdan teşqelêdana we bivê, qe şîretên min ji bona we ra bi kêr nayê. Ewa Xudayê we ye, hûnê hey li bal wî da bizivirin.
35 Qey ewan (ji bona te ra Muhemmed! aha) dibêjin: "Eva, (serdaborya Nûh, Muhemmed) li bal xwe da bi vir aloze kirîye ji bona me ra bivan, şîretan dike." Tu ji bona wan ra (aha) bêje: "He­ke min ewan ji ber xwe da aloze kirine, îdî sikatîya min li ser min e û ez bi xweber jî ji wan sikatîyên, ku hûn dikin, bê gûr û bê goman im."
36 Û li bal Nûh da hatîye niqandinê: "Bi rastî ji temtêla wan (hatîye zanînê) ku ji pêştirê wanê bawer kirine, îdî ji komalê te qe tu kes bawer nakin, îdî ji bona wan tiştên, ku ewan dikin qe tu kovanê nekişîne."
37 Û (Nûh!) tu kelekê bi (dîdevanî û bi niqandina me çê bi­ke û tu ji bona wanê ku cewr kirine, ji min lava neke (ji bo ku ez ewan cewrkaran ji teşqelê fereste bikin). Bi rastî ewanê avê da bifetisin.
38 Û (Nûh) kelek çê dikir, çiqa peşrewanekî ji komalê wî li bal wî da di borya ewî komalî bi Nûh, ji bona kelekê tinaz kiribûne. (Nûh ji bona wan ra aha) gotîbûye: "Heke hûn bi me (ji bona vê kelekê) tinazan dikin, îdî emê jî (di gava hatina şapatê da) ça hûn (bi me) tinazan dikin, wusa bi we tinazan bikin."
39 Îdî hûnê di nêzîk da bizanin; ka şapata riswabûnê ji bona kê ra tê û ka şapata her heyî li ser kîjana da dikebe.
40 Di gava fermana me bi teşqeledana wan hatîye û tendûre jî (stîla kelekê kelandîye, ya jî di jora çîyan da lehîya avê ser wan da herikîye) av herikandîye; me ji bona (Nûh ra aha) gotîye: "Nûh! Tu ji her zoyekî (ji nêr û mêyan) duduyan û bi malîyên xwe va jî, ji pêştirê wan malîyên têne, ku peymana me bi teşqeledana wan borîye,û ewanê bawer kirine jî hilde kelekê." Şixwa bi Nûh hindikan bawer kiribûne.
41 Nûh (ji bona koma xwe ra aha) gotîye: "(Koma min!) hûn di hemû kişandin û şandina kelekê da bi nevê Yezdan li kelekê sîyar bin. Bi rastî Xudayê min baxişgerê dilovî ne (qe ne tirsin!)"
42 Kelek bi wan va di nava wan pêlê avê ne, ku wekî çîyan dihatin; dikişîya diçû. Nûh (ji bona wî kûrê xwe yê) ku dest jê hatibû berdanê (di nava komal da mabûye, aha) gazî kirîye: "Kurê min! Tu jî bi me ra li kelekê sîyar be û tu bi fi­lan ra nemînî."
43 Kurê wî (di bersiva wî da aha) gotîye: "Di nêzik da ezê xwe bavêjime çîyakî, ewa çîyayê wê min ji avê biparisîne." (Nûh jî ji bona wî ra aha) gotîye: “Di îro da ji pêştirê wanê, ku Yezdan li wan dilovanî kirîye, qe tu kes ji şapata Yezdan nayê parisandinê." (Bi vî awayî îdî) Pêlê avê kete nava wan da (kuruk jî) bûye ji wanê di avê da fetisî.
44 Û ji bona zemîn û ezmanan ra (aha hatîye) gotinê: "Zemîn! Tu ava xwe biqurçîne û ezman! Tu jî ava xwe rake." Îdî av mirçîqî û fermana (Yezdan jî hate şûna xwe û kelek jî gihîjte li ser (çîya) ê Cûdî maye. (Paşê aha hatîye) gotinê: "Dûr (dilovanîya Yezdan) ji bona wî komalê cewrkar e!"
45 Nûh (aha bi lavayî) gazî Xudayê xwe kirîye û gotîye: "Xu­dayê min! Bi rastî peymana te ye, ku te (bi ferestîya malîyên min dabû) bi mafî rast e (ka ça dibe?) kurê min jî ji malîyên min bû. Û tu bi xweber jî (bi dadvanî) berewantirê berewanan î."
46 Yezdan (ji bona wî ra aha) gotîye: "Bi rasî ewa (kurika) ji malîyên te nîne, bi rastî (xûyê wî) ji karê aştî nebû. Îdî tişta, ku zanîna te pê tune be, tu ji min nepirse. Bi rastî ez şîreta li te dikim ji bona, ku tu nebî ji nezana."
47 Nûh (bi lavayî aha) gotîye: "Xudayê min! Ji bona wan tiştên, ku ez pê nizanim ji te jî dipirsim, xwe davêjime ber bextê te. Naxwe, heke tu ji bona min ra baxişandin û dilovînîyê nekî, bi rastî ezê bibime ji wanê zîyan kirine."
48 (Ji piştî van gotin û lava kirina, ji bona Nûh ra aha hatîye) gotinê: "Nûh! Parisvanî û pîrozaya me li ser te û li ser wan komên bi te ra ye. Tu îdî berjêr be (ji kelekê derkebe). Û hinek kom hene! (ewan komên wusa nin); emê ewan heya (hinek dana) bi jîneke xweşî bidine jînandinê, Lê paşê wê ewanê şapateke dilsoz ji me bigirin.”
49 (Muhemmed!) Evan bûyerên hanênan, ji wan bûyerên ne xûya ne, em ewan li bal te da diniqînin. Di berya naha da, ne te û ne jî komalê te bi wan bûyeran, nizanbûn. Îdî (Muhemmed! Tu li ser wan gotegotê wan) hew bike. Bi rastî (servahatina) para da, hey ji bona xudaparizan e.
50 Û me li bal komalê Ad da birayê wan ê Hûd (bi pêxemberî) şandîye. (Hûd ji bona wan ra aha) gotîye: "Gelê min! hûn ji bona Yezdan ra perestî bikin, loma ji bona we ra ji pêştirê wî tu xuda tune ye. Hûn (evan pûtan ji bona wî ra dixine hevrî, hûn bi van kirinê xwe) hey viran dikin."
51 Gelê min! Ez ji bona van (şîretên xwe) qe tu kirê ji we naxwezim. Bi rastî ewê ku ez afirandime heye! Kirya min hey li ser wî ye. Îdî qe hûn hiş hilnadin?
52 Û gelê min! Hûn ji Xudayê xwe baxişandina xwe (ji gonehan) bixwezin û paşê hûn li bal Yezdan da bifetilin, ji bo ku ewa ji ezmanan li ser we da baranê bibarîne û ji bona, ku ewa bi hêzî, hêza we pir bike (çandinîyê we pîroz bike) û hûn bi nûsîtemî para da (ji bawerîya xwe) nefetilin.
53 Ewî (komalê Hûd, ji bona Hûd ra aha) gotine: "Hûd! Te ji bona me ra tu beratên xûyayî ne anîye (heya ku em jî bi te bawer bikin). Em ji bona gotinê te dest ji xudayên xwe bernadin û em bi te jî bawer nakin."
54 Em hey (ji bona te ra aha) dihêjin: "Ji ber ku te (dijmînîya hinek xudayên me kirîye) ewan xudayên me xenîme te bûne (tu tepa xistine, îdî tu evan tiştan ji ber xwe dibêjî." Hûd di bersiva wan da aha) gotîye: "Bi rastî ez Yezdan dixime şahidê xwe û hûn jî şahid bin, ku bi rastî ez ji wan tiştên ku hûn ji bona Yezdan ra dixine hevrî bê goman im."
55 “Ji pêştirê Yezdan, îdî hûn hemûşk jî ji bona min ra defikan bi xaxî daynin, paşê qe li min mêze nekin.”
56 "Bi rastî min xwe hispartîye Yezdan, ewa Xudayê min e û Xudayê we ye jî. Çiqa rewar hene! Yezdan bi tûncika wan hemûşkan girtîye (Ewan wekî gotina xwe digihîne). Bi rastî Xudayê min li ser rêya rast e (dadvan e)."
57 Heke hûn (ji bawerîyê) para da herin, îdî hûn (bi zanin)! Ku bi rastî min ji bona we ra ewan (biryarên ku Yezdan) ez bi wan (biryaran) li bal we da (bi pêxemberî) şandime, bi gîhandî gotîye. Û Xudayê min dikare (we teşqele bike) di şûna we da jî komalekî mayî bixe şûnmayê. Û qe hûn nikarin bi tu tiştî ziyana wî bikin jî. Bi rastî Xudayê min li ser hemû tiştan parisvan e.
58 Û di gava fermana me (bi teş­qeledana wan) hatîye; me Hûd û ewanê bi Hûd bawer kirine, bi dilovanîya xwe fereste kirîye. Bi rastî me ewan ji şapateke stûr fereste kirîye.
59 Û evanê (bi van salixan hatine salixkirinê) hene! Ewan komalê bi nav Ad in. Ewan bi beratên Xudayê xwe bi hînçkarî bawer ne kirine û ewan bûne peyrewê fermanên hemûşk serokên zorên hînçkar.
60 Di vê cîhanê da û di roya rabûna hemû da jî, deherandina (Yezdan) bûye peyrewê wan. (Hûn hişyar bin!) Bi rastî (komalê) Ad filetîya Xudayê xwe kirine. (Hûn hişyar bin!) Bi rastî dûr (dilovanî­ya Yezdan) ji bona komalê (bi nav) Ad ra ne,ewan jî ji komalê Hûd in.
61 Û (me li bal komalê bi nav) Semûd ra, birayê wan ê Salih! (bi pêxemberî şandiye; Salih ji bona wan ra aha) gotîye: "Gelê min! Hûn ji bona Yezdan ra perestî bikin, ji bona we ra ji pêştirê wî (Yezdanê, ku babetê ji bona perestîyê) qe tu perestvan tune ye. Ewî hûn ji zemîn afirandine û hûn di zemîn da dane jînandinê. Îdî hûn baxişandina xwe hey ji wî bixwazin û hûnê li bal wî da para da bizivirin. Bi rastî Xudayê min nêzîk e: bersiva (daxwazan) dide.
62 (Ewî komalî ji bona Salih ra aha) gotine: "Salih! Bi rastî di berya naha da tu di nava me da (merivekî pêşrewan bû î); Ji te hêvî dihatine kirinê. Tu ça me ji perestîya wan (tiştên) ku bav û kalên me ji wan ra perestî dikirin, didî para da? Bi rastî em bi xweber jî bi dudilî ji perestîya wî tişta ku tu me li bal (perestîya wî da) gazî dikî di şikê da nin.
63 (Salih ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: "Gelê min! (ka hûn çi dibêjin!) Heke bi rastî ez bi beratên ji Xudayê xwe (li bal we da bi pêxemberî hatibime şandinê) û Xudayê min bi dilovanîya ji xwe (pêxemberî) ji min ra dabe (bi vî ra jî ez rabim) bê gotina wî bikim, îdî gelo kî dikare (heke ewa ji min ra şapatê bide) ewê sapata wî ji min bide para da? Îdî (gelê min! “Hûn bi van gotinê xwe) hey ji min ra kovanan pir dikin."
64 "Û gelê min! Eva deva Yezdan ê han e heye! Ewa ji bona we ra beratek e. Îdî hûn dest ji wê berdin. Ji bo ku ewa (deva) di zemînê Yezdan da (bi azadî) biçêre. Ji bo ku bi we da şapateke nêzîk neyê, hûn bi sikatî dest nedine (wê devê)."
65 (Ji piştî van şîretan, ewan dîsa) ewa (deva) bi jêkirin, wergerandin. Îdî (Salih ji wan ra aha) go­tîye: "Hûn di xanîyên xwe da heya sê royan jî bi şahî bijîn (hûnê paşê dêriz bibin). Eva (dêrizbûna we) peymaneke wusa (rast e) qe nayê derewdêrandinê."
66 Îdî gava fermana me (bi şapatdana) wan hatîye; me Salih û ewanê, ku bi wî bawer kiribûne (ji şapat) û ji riswabûna di wê royê da bi dilovanîke ji xwe fereste kiriye, Bi rastî Xudayê te zexmê servahatî ye.
67 Ewanê cewrkar hene! (gava) Dengê (şapatê bi tirsdayî) bi wan girtîye, îdî ewan di xanîyên xwe da li ser çokan (bê can) mane.
68 (Şûna wan wusa dêriz bibû) Te digo qey di şûna wan da avayî tune bûne. Hûn hişyar bin! Bi rastî komalê (bi nav) Semûd, filetîya Xu­da yê xwe kirine.Hûn hişyar bin! Dûrî (ji dilovanîya Yezdan) ji bona komalê (bi nav) Semûd ra ne.
69 Û bi sond! (firişteyên meyên) saî ji bona mizgînîyê hatine bal Îbrahîm. (Ewan firiştan ji bona Îbrahîm ra aha) gotine: "Selam." (Îbrahîm jî di bersiva wan da aha) gotîye: “Selam.” (Jîn) îdî îbrahîm qe ne hewya heya ji bona wan (firiştên saî ra) golikeke qelew e, qelandî anî.
70 Gava Îbrahîm dît; ku ewan (saîyan ji bona xwarinê) destê xwe direjî li bal (wê golika qelandî) nakin, îdî (Îbrahim) ji wan (saîyan) vecinîqî, ji tirsa ji wan (saîyan) silikî. Ewan (saîyan, gava temtêla Îbrahîm dîtine; ji bona wî ra aha) gotine: "Îbra­him! Tu ji me netirse; bi rastî em li bal komalê Lût da hatine şandinê."
71 Jina (Îbrahîm) li pîya (di xebata wan da, gava evan mijûlyan bihîst) bi wan kenîya, îdî me jî (di cara yekem da ewa jinika) bi lshaq û di pey lshaq da jî bi Yaqûb daye mizgîndanê.
72 (Jinika Îbrahîm aha) gotîye: "Xwelî li minbe! Ez jineke pîr im, eva mêrê, min e: kalek e. Ezê ça zaran bînim? Bi rastî eva tiştekî sodret e!"
73 Ewan (firiştên saî ji bona wê jinikê ra aha) gotine: "Malîyên (Îbrahîm!) dilovanî û pîrozaya Yezdan li ser we ye, bi vî ra jî hêj hûn ji fermana Yezdan sodret dimînin? Bi rastî ewa pesinvanê comerd e."
74 Îdî gava ji (Îbrahîm tirs çûye û mizgînîya (za­ran ji Îbrahîm ra) hatîye (ji bona, ku şapatê li ser komalê Lût rake, bi saîyên) me ra tekoşîn kirîye.
75 Bi rastî Îbrahîm yekî xûy nermê, pir lavakarê xwe hisparê (Yezdan e).
76 (Saîyan ji bona Îbrahîm ra aha) gotine: "Îbra­hîm! Tu dest ji vê tekoşînê berde. Bi sond! Fermana Xudayê te (bi şapatdana) wan hatîye û bi rastî ewa şapata, ku para dayîna wê qe çê nabe, wê ji wan ra were.
77 Û di gava (firiştên) meyên saî hatine bal Lût, Lût (bi hatina wan) bi kovanî mat maye û (tirsîya ye) ku komalê wî (ewan saîyan jî) bihetikînin. (Lût bi xweber ji xwe ra aha) gotîye: "Eva royeke dijwar e."
78 (Û di gava komalê Lût, hatina wan firiştên saî bihîstine) bi lêz hatine bal (Lût) hêj di berê da ewan (komalê Lût) tiştên sikatî dikiribûne. (Lût ji bona wan ra aha) got: "Gelê min! Îdî hûn ji Yezdan bitirsin, ji bona hetka mêvanê min, min li bal wan riswa nekin (rûmeta min bigirin) evan keçên minê hanênan (bi jinanî) ji bona we ra (ji van mevanan) paqijtirin. Di nava we da qe mêrekî xwezane tune ye?
79 (Komalê Lût di bersiva wî da aha) gotine: "Bi sond! Tu dizan, ku ji bona me ra di keçên te da tu mafê (hewasî) tune ye. Û bi sond! Tu dizanî ka em çi dixwazin jî.”
80 (Lût ji wan ra aha) gotîye: "Xwezîka ji bona min ra hêzeke (parisvan) hebûya! Ya jî (komalekî di dizeke zor parisvan ji bona min ra) hebûya (weyê bidîta!).”
81 (Ewan firiştên saî aha) gotine: "Lût! (qe tu netirse) Bi rastî em saîyên Xudayê te ne, bi sond! (deste wan) Nagihêje te, îdî tu bi malîyên xwe va di danekî şevê da (ji gundê xwe) derkebin ji pêştirê jina te. Bira tu kes para da nemîne (li para xwe mêze nekin). Bi rastî şapata bi wan da hatî, wê (bi jina te da jî) were. Danê (hatina şapatê) sibeh e; qey sibeh nêzîk nîne?
82 Îdî gava fermana me (bi şapatdana wan) hatîye, me ewan bi serobinî (zêr û zeber) kirin û me li ser wan da kevirên ji herya bi hev zeliqî barand (ya jî me li ser wan da rewarên ji herya kevirên bi hev girtî barandîye, ewan hemûşk bi wan rewaran nexweş ketin mirin.)
83 (Evan herîyên bivan salixan) li bal Xudayê te berate ne (binav in). Ewa (şapata bivi awayî) dûrê cewrkaran nîne.
84 Û me (li bal welatên) Medyenê da birayê wan ê (bi nav) Şu’eyb (bi pêxemberi şandîye. Şu’eyb ji bona wan ra aha) gotîye: "Gelê min! Hûn ji Yezdan ra perestî bikin; ji bona we ra ji pêştirê wî qe tu perestvan tune ye. Û hûn pîvan û kêşan kêm nekin, bi rastî ez we berxudar û dewlemend dibînim. Bi rastî (heke hûn dest ji van xaxan bernedin) ez ditirsim, ku bi ser we da şapata wê roya, ku şapata wê hemûtî ye, were."
85 “Û gelê min! Hûn bi dadvanî: pîvan û kêşanê (xwe) pêk bînin, hûn zîyana merivan, di tiştê wan da nekin û hûn ji bona têkilkirinê di zemîn da tevdanî nekin.”
86 “Heke hûn bi rastî bawer dikin, ewan hîştine Yezdan (ji ka­ra; ku ji kirîn û firotinê dimîne) ji bona we ra çêtir e. Bi rastî es bi xweber jî bi parisvanî li ser we çavnêr nînim.”
87 (Komalê Şu’eyb bi bersivî aha) gotine: "Şu’eyb! Qey nimêja te ye fermana te dike, ku em dest ji perestîya wan tiştên bav û kalê me ji wan ra perestî dikirin, berdin û sixurandina malê xwe wekî dilxwastina xwe nekin? Bi rastî (Şu’eyb!) tu xûynermê xuzan bûyî!"
88 (Şu’eyb di bersiva wan da aha) gotîye: "Gelê min! (ka bêjin; ku ez li we mêze bikim) hûn dibînin, heke (ji Xudayê min ji bona min ra berateke xûyayî hatibe) ez bi xweber jî li ser we beratê bim û Xudayê min ji bal xwe, dilik (rozîyên) xweş dabine min (hûn ji van dexesî bikin, bawer nekin) ka ez îdî çi dikarim bikim? Bi rastî min navê, ku ez ewan tiştên ji we ra dibêjim, nekin, ez bi xweber jî ewan tiştan bikim. Ez hey wekî hêza xwe dikarim aştî bikim û miraz bexşîya min hey bi Yez­dan e, min xwe hey hispartîye wî. Û ez hey ji wî dilxwazîyan dixwazim."
89 “Û gelê min! (wusa bikin) bira ewa hemberî hatina we bi min ra nebe sedem ji bona şapatdana we, ça hember hatina komalê Nûh, ya jî komalê Hûd, ya jî komalê Salih (bûye sedema şapatdana wan). Komalê Lût ji we dûr nîne (ewan biponijin, ka çi hatîye serê wan).”
90 “Û (gelê min!) hûn ji Xudayê xwe baxişandina xwe bixwazin, paşê (ji kirinê xwe) li bal (Xudayê) xwe da bizivirin. Bi rastî Xudayê min dilovînê hezger e.”
91 (Ewî komalî di bersiva Şu’eyb da aha) gotine: “Em bi pire wan tiştên, ku tu dibêjî pispor nînin û em te di nava xwe da bê hêz dibînin û heke pismamên te nebûyan, bi rastî meyê te bi keviran (bi kuşta) û ji bona te bi xweber jî, qe tu servahatin li ser me da tune ye.”
92 (Şu’eyb ji bona wan ra aha) gotîye: "Gelê min! Qey pismamên min bi ser we da ji Yezdan, pirtir bi servehatîyên (ku hûn hêza pismamên min didine ber çavê xwe, hêza Yezdan jî) davêjine pişta (gohê xwe)? Bi rastî Xudayê min, ewan tiştên ku hûn bi wan dizanin (hildaye nava zanîna xwe da)."
93 "Gelê min! (qe tiştek nabe!) hûn di şûna xwe da çi dikarin, ewî bikin, bi rastî ezê jî (pêşê xwe) bikim. Hûnê bizanin ka ji bona kêra şapata riswabûnî tê û ka kîjan derewan dikin. Hûn temaşe bikin, bi ras­tî ez jî bi we ra temaşe dikim.”
94 Û di gava fermana me (bi şapatdana wan) hatîye, îdî me Şu’eyb û ewanê ku bi wî ra bawer kirine hene! Bi dilovanîyeke ji xwe (ji wê şapatê) fereste kir. Ewanê cewr kiribûne hene! (ewî dengê şapatê) bi wan girtibû, ewan (di xanîyên) xwe da li ser çokan bê can mabûne.
95 (Wusa dêriz bn) te digo qey ewan qe di wan xanîyan da ne jîne. Bi zanîn hişyar bin! Ça komalê Semûd (bi şapatan) dûrê (dilovanîya Yezdan bûne) wusa jî (komalê ku li bajarê Medyenê rûdiniştin) dûrê (dilovanîya Yezdan bûne).
96 Bi sond! Me Mûsa bi beratên bi hêzên xûyayî va şandîye.
97 Li bal Fir’ewn û koma wî da, îdî ewa (ko­ma wî) bûne peyrewê fermanên Fir’ewn û fermanê Fir’ewn bi xweber jî xuzan û rêber ne bûne.
98 Di roya rabûna hemûtî da (Fir’ewn) dibe pêşrewanê koma xwe, îdî (Fir’ewn, ewê koma xwe) dibe agir. Ewa şûna ku ewan çûnê, çi qa sikê şûnan e!
99 Di vê (cîhanê da) û di roya rabûna hemûtî da jî, deherandina (ji dilovanîya Yezdan) bûye peyrewê wan. Eva çiqa bexşîşeke sik e!
100 (Muhemmed!) Ewa mijûlîya serdaborya wan (gundîyên) ku hinek ji wan hêj şopa wan heye, hinek ji wan jî qe şopa wan ne maye (dêriz bûne) heye! Eva bûyera ku em ji te ra dipeyîvin bi xweber e.
101 Û me li wan cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr kirine, îdî gava fermana Xuda yê te (bi şapatdana wan hatîye) ewan perestvanên, ku ewan ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikirin hene! Qe bi tu tiştî ewanan ji şapata Yezdan nedane paradanê (parisvanîya wanan ne ki­rine). Ewan (perestvanên wan) ji bona wan ra hey teşqela wan pir kirîye.
102 Xudayê te gava merivên wan welatên cewrkar bigire, aha digire! Bi rastî girtina Xuda zor dilsoz e.
103 Bi rastî di van serdaborîyên (wan welatên ku hatine teşqelekirinê hene!) ji bona wan kesên, ku şapata para da ditirsin, berateyên mezin hene (ji bo ku ewan ji wan beratan hiş hildin). Eva royeke wusa ne, ku hemû meriv ji bona wê dicivin û ewa royeke (ku hemû heyînên ezman û zemîn) di wê roye da xûya ne.
104 Û em ewê (royî) hey ji bo­na wî dane hijmarî para da dihelin.
105 Gava ewa roya hat, bê destûra Yezdan qe tu kes napeyîve. Îdî hinek (ji wanê civîne) bê bext in ji rêya rast derketine) û hinek ji wan jî bextîyar in.
106 Îdî ewanê bê bext hene! Ewanan di agir da nin, di agir da ji bona wan ra navqutan, qîrîn heye.
107 Ji pêştirê heke Xudayê te nevê, ku ewan derxe; ewanê di agir da heya ezman û zemîn hebin wê bimînin. Bi rastî Xudayê te çi bivê ewî bê (kemasî) bi cîh tîne.
108 Lê ewanê bextîyar hene! ewanan di bihiştê da nin, ji pêştirê heke Xudayê te derxistina wan bivê (qe tu kes nikare ewan ji bihişte derxe) heya ezman û zemîn hebin (ewanê jî di wura da) bimînin. (Eva) xelateke bê paşî ye.
109 (Muhemmed!) Îdî tu di pûçîya perestîya wan tiştên, ku ewan jê ra perestî dikin du dil nebe. Ça di berê da bav û kalê wan perestî (ji wan pûtan ra) dikirin evan jî wekî wan dikin. Û bi rastî emê para wan (ji şapatê) bê kemasî bidine wan.
110 Bi sond! Me ji bona Mûsa ra pirtûk (Tewrat) daye, paşê (komalê wî di biryarên wê pirtûkê da) ne wekhev bûn çê kirin. Heke peymana (şapatdana wanê, wê para da bê danê) ji Xudayê te ne borya, wê a di naha da berewanîya nava wan da pêk bihata (xelat û celata wanê bihata danê). Û bi rastî ewan bi xweber jî (di mafê wê pirtûkê da) hey bi dudilî mane.
111 Û bi rastî Xudayê te ê (xelat û celata) bê kemasî bide wan, ewan çi dikin (Xudayê te) bi kirinê wan zana û agahdar e.
112 Îdî tu ça hatî fermankirinê wusa rast be, tu jî ewanê bi te ra jî (ku ji kirinê xwe yê berê para da zivirîne) hemûşk gava da (dadvanî bin). Û hûn ji rê dernekebin, loma hûn çi bikin bi rastî (Xuda) dibîne.
113 Û (Muhemmed!) hûn xwe ne hisperên wanê ku cewr kirine (bi sedema cewrkirina wan) ku agir bi we jî negire, lo­ma ji pêştirê Yezdan ji bona we ra tu serkar tune ye. (Heke hûn bi gotina wan bikin) paşê (ji alîyê Yezdan da) arîkarîya we nayê kirine.
114 Û (Muhemmed!) tu di her du kêlekê roya da: (sibeh û evarê da) û di şevê da jî nêzîkê (royê da) nimêj bike. Bi rastî qencî, sikatîyan dibin. Evan (şîretên) ji bona wanê ku şîretan litê dikin, bi rastî bîranînek e.
115 (Muhemmed! Tu li ser wan cefadanê wan) hew bike, bi rastî Yezdan xelata wanê qencîyan dikin wunda nake.
116 Îdî heke ewan merivên ku di berya we da borîne (hişdar bûn) fermana kesan bikirinan, ji bo ku ewan di zemîn da tevdanî nekin, wê çi bûya? Ji wan hindikên, ku me ewan fereste kirine, ewan bi tenê (fermana kesan bi qencîyan) kirine. Û ewanê, ku cewr kiribûne (qe fermana kesan bi qencîyan ne kirine) ewan şixwa bûne peyrewê xweşîya ku têda bûne û ewan bi rastî sikatî kiribûne.
117 Xudayê te gundekî, ku rûniştîyên wî aştîkar bin, ewan tu carî bi cewrê teşqele nake.
118 (Muhemmed!) Heke Xudayê te biva, wê Xudayê te ê hemûşk kes bixista komeke bi tenê, lê ewan qe nahewin, hey (di armancan da) ne wekhev dibin.
119 Ji pîştirê wanê, ku Xudayê te li wan dilovanî kirîye (ewan di armanca da xistîye komeke bi tenê). Şixwa (Yezdan) ewan kesan ji bona (ne wekhevbûn û hevçûn û belavbûnê) afirandîye. Û peyva Xudayê te pêk hatîye; ku wê dojê ji me çêtir û ji kesan hemûtî ti jî bike (eva ne wekhevbûn; ji bona pêşvaçûna kesan bi vê nevê ye, ji bona ku di cîhanê da ewa pêşvaçûna merivan ji bona xwe ra armanc kirine; ne wekhev in, hey xebatê dikin ji bo ku ji hev biborin; dizanin û pêş e, û maldarî, û ne mirin û nav û nişanan ji xwe ra bihêlin: Ça Ji dar û ber û tariş, rewar, genê wan jî ji bona hebûn û jîna xwe ra wekî meriva dikin, ne wek hev dibin).
120 Ji bona ku em dilê te bidine hewkirinê, em ewan hemû serdaborîyên wan pêxemberên borî ji bona te ra dixûnin (ji bona ku tu ji komalê xwe, gava cewr û cefan bibînî dilê te jî hew bi­ke firşkê te fire be). Di van da ji bona te ra maf û ji bona bawergeran jî şîret û bîrxistineke mezin heye.
121 (Muhemmed!) Tu ji bona wanê ku bawer nakin (aha) bêje: "Hûn li ser armanca xwe çi dikin bikin, bi rastî em jî wekî armanca xwe dikin."
122 "Û hûn hêvîya (xelat û celatan, ji bona xwe ra bikin) bi rastî em jî hêvîdarin."
123 Û çi ne xûyayên di ezman û zemîn da hene! Hemûşk ji bona Yezdan ra nin û hemûşk bûyer hey li bal wî da dizivirin, îdî (Muhem­med!) tu hey ji bona wî ra perestî bike û tu hey xwe hispêre wî. Bi rastî Xu­dayê te ji kirinê we bê goman nîne.