64

1 Tiþtê di asimana û tiþtê di zemîn de her Xuda pak bêrî didêrin. Mulk ê wî ye. Pesn û sipas her jê re ne. Ew bi her tiþtî dikare.
2 Ew e ê ku we aferandiye; vêca hin ji we kafir in û hin ji we jî bawermend in. Xuda, tiþtê hûn dikin baþ dibîne.
3 Asîmana û zemîn bi rastitê aferandiye, û sikûm û rûçik bi we daye vêca sikûm û rûçikên we xweþik çêkiriye. Veger her bal wî ve ye.
4 Tiþtê di asîmana û zemîn de dizane û tiþtê hûn vediþêrin û tiþtê hûn diyar dikin jî dizane. Xuda zanayê bi veþariyê di singan de ye.
5 Ma xebera ên berê kafir bûne ji we re nehat ku wan sezayê karê xwe tam kirin. Ji wan re ezabekî bi jan jî heye.
6 Evê han ji ber ku bi rastî pêxemberên wan bi nîþanên xuya ji wan re hatin vêca wan got ku: "Ma wê mirovekî me bide ser rêya rast?" Vêca ew kafir bûn û rû zivirandin. Xuda (ji wan) bêhewce bû-tu paxevê bi wan nekir. Xuda devlemendê bêhewce hêjayê pesn e.
7 Ewên kafir bûne, guman kirin ku wê tu car (ji goran) neyên rakirin. Tu bêje ku: "Belê çewa (hûnê neyên rakirin); Bi perwerdekarê xwe kim hûnê her bêne rakirin paþê hûnê bi kirinê xwe bêne haydar kirin. Evê han li ser Xuda pirr hêsan e."
8 Nexwe hûn bi Xuda û pêxemberê wî û ronahiya ku daxistiye bawerî bînin. Xuda bi tiþtê hûn dikin kûrzana ye.
9 Roja ku wê we ji bo roja civîne (roja qiyametê) bicivîne; ew (roja) han roja kar û ziyanê ye. Kî bi Xuda bawerî bîne û karê qenc bike, ewê nepakiyên wî jê bibe û wê wî têxe bihiþtên ku çem ji bînê wan diherikin, wê hertimî hertim tê de bimînin. Rizgariya mezin eva haye.
10 Ewên kafir bûne û ayetên me derewandine ehlê agir her ewên han in, wê hertimî tê de bimînin. Çi þûnvegerek ne rind e!
11 Her musîbeta çêbibe hey bi destûra Xuda ye. Kî bi Xuda bawerî bîne wê ew dilê wî bal rastiyê ve rêberî bike.Xuda zanayê bi her tiþtî ye.
12 Hûn peyrewtiya Xuda û peyrewtiya pêxember bikin. Vêca eger hûn rû bizivrînin êdî bêguman li ser pêxemberê me tenê daxuyandinek aþîkar heye.
13 Xuda,ji wî pêve tu Xuda nînin. Êdî bira bawermend her xwe bispêrin Xuda.
14 Gelî ên bawerî anîne! bêguman hin ji jinên we û zarûkên we ji we re neyar in; vêca hûn xwe ji wan biparêzin. Eger hûn lêbiborin û xweþ bibînin û bibexþînin, êdî bêguman Xuda bexþendekar e dilovan e.
15 Bêguman malên we û zarûyên we ji we re her sihêtî ne. Xuda li balê xelatekî mezin heye.
16 Vêca hûn biqasî dikarin xwe ji Xuda biparêzin-bitirsin û guhdarî bikin û peyrewtî bikin û ji xwe re qencî bikin. Kî ji çikûsî û timatiya xwe bê parastin êdî ên rizgarbûyî her ewên han in.
17 Eger hûn deynekî rind bi deyndarî bidin Xuda ewê wî ji we re pirrtir bike û ji we re bibexþîne. Xuda sipaskar e mulayim e.
18 Zanayê bi penhan û peyda ye serkeftiyê hîkmetdar e.