53

1 Bi sitêrka (Perwînê) dema hinda dibe.
2 Hevalê we (pêxember) ne ji rêya rast þaþ bûye û ne jî þiqitiye.
3 Ew ji hewesa jî napeyive.
4 Ew (Qur´an) her wehyek e ku tê wehî kirin.
5 (Cebraîl) ê zor bi hêz pê daye hîn kirin.
6 Ku xwediyê hêzek rind e. Vêca rast bû.
7 Ew jî li asoyê jorîn bû.
8 Paþê nêz bû, vêca xwe berda jêr.
9 Vêca bû biqasî du kevana yan hê nêztir.
10 Vêca tiþtê bal bendeyê wî ve wehî kir, wehî kir.
11 Dil, tiþtê dît derew nekir.
12 Vêca ma hûn hêjî li ser tiþtê dîtiye pê re xirecirê dikin?
13 Sond be wî carekî din jî dît.
14 Li nik dara paþîn (Sîdretul munteha).
15 Bihiþta hewyegehê li balê ye.
16 Dema darê tiþtê rapeçand, rapêçand.
17 Çav ne çewt çû û ne jî þiqitî.
18 Sond be wî ji ayetê (nîþanê) perwerdekarê xwe yên herî mezin dît.
19 Vêca ma te (pûtên bi nav) Lat û Uzza dît?
20 Û ê din yê sisiyan Menat jî (te dît?).
21 Ma e nêr ji we re û ê mê jî ji me re ne?
22 Ew gav, eva parvekirineke kêm e-ne di cîh de ye.
23 Evên han tenê hin nav in ku we û bav û kalên we li wan kiriye. Xuda, tu delîlî pê danexistiye. Ew hey didin pey gumanê û tiþtê dilên wan dixwaze. Sond be, ji wan re ji perwerdekarê wan rêya rast hat.
24 Ma qey ji mirov re her tiþtê bixwaze heye?
25 Vêca a paþîn (axret) û a pêþîn (dunya) her ê Xuda ne.
26 Di asîmana de çiqas feriþte hene ku mehdervaniya wan bikêra tu tiþtê nayê ji pêþtirî piþtî e ku Xuda bixwaze û pê qayil bibe re destûr bide.
27 Bêguman ên ku bi axretê bawerî naynin ew feriþteyan bi navê mêyan nav dikin.
28 Tu zanîna wan pê nîne. Ew hey didin pey gumanê. Guman jî bi tu awayî ciyê rastiyê nagire.
29 Êdî tu ji ê ku piþt daye zikrê (þîretê) me û ji jîna dinê pêve nexwestiya rû bizivrîne.
30 Ciyê gihîþtina wan ji zanînê evê haye. Bêguman perwerdekarê te, ê ku ji rêya wî þaþ bûye baþ dizane û ê ku rêya rast dîtiye jî baþ dizane.
31 Tiþtê di asîmana û tiþtê di zemîn de ê Xuda ne; ji bo ku ew ên karê xerab dikin celat bike û ên qencî kirine jî bi a herî qenc xelat bike.
32 Ewên ku ji gunehên biçûk pêve xwe ji gunehên mezin û nepakiyan dûr dikin. Bêguman perwerdekarê te fireh bexþîne. Ew, dema we ji zemîn çêtir û dema hûn di zikê dayîkên xwe de zarûk bûn, bi we zanatir e. Vêca hûn xwe bi xwe dernexin paqijiyê. Ew, bi ê xwe parastiye zanatir e.
33 Vêca ma te ê rû liba xist dît?
34 Û hindikî da û birrî.
35 Ma qey zanîna penhanî li balê ye vêca ew dibîne?
36 Ma qey ew bi tiþtê di rûpelê (kitêba) Mûsa de, nehatiye haydar kirin.
37 Û Îbrahîmê ku (karê xwe) bêkêmasî pêk anî.
38 Tu gunehkar barê gunehê yekî din hilnagire.
39 Û ji mirov re ji tiþtê xebitiye pêve nîne.
40 Û bêguman wê xebata xwe piþtre bibîne.
41 Paþê wê (Xuda) bergîdanek bêkêmasî bidêyê.
42 Û bêguman dawî her bal perwerdekarê te ve diqede.
43 Û bêguman her ew dikenîne û digirîne.
44 Û bêguman her ew dimirîne û vedijîne.
45 Û bêguman her wî du cotê nêr û mê aferandiye.
46 Ji dilopek avik, dema tê avêtin.
47 Û bêguman aferandina paþîn jî her li ser wî ye.
48 Û bêguman her ew dewlemend dike û bi tiþtê daye qayil dike.
49 Û bêguman perwerdekarê (sitêrka bi nav) Þi´ra jî her ew e.
50 Û bêguman her wî (komela) Adê pêþîn têk bir.
51 Û (komela) Semûd jî; êdî ew neman.
52 Û berê jî komela Nûh. Lewra bêguman ew sitemkartir û serkêþtir bûn.
53 Û (bajarê komela Lût ên bi navê) Mutefîke jî serûbin kir.
54 Vêca tiþtê wan rapêçand li wan kir.
55 Êdî tu bi kîjan qenciyê perwerdekarê xwe dudilî dibî?
56 Evê han hiþyarkerekî ji hiþyarkerên pêþîn e.
57 (Qiyamet)a nêzik nêz bûye.
58 Ji Xuda pêve tu kes nikare wê diyar bike.
59 Vêca ma hûn ji vê peyva han sosret dibin?
60 Û hûn dikenin û hûn nagirîn?
61 Û hûn hêjî bi qeþmertî rû liba dixin?
62 Êdî hûn ji Xuda re serî deynin û hûn (wî) bihebînin.