67

1 Ew (Yezdan ê ) ku (serektîya hemî berewan û bûyeran ) di destê wî dane, pîroz e. Û ewa bi xweber jî li ser hemî tiştan bi hêz e.
2 Ji bo ku ewa we bi ceribûn e; ka kîjan ji we karekî rindtir dike ewî mirin û jîn afirandî ye. Şixwa ewa bi xweber jî servahatê baxişkar e.
3 Ewî ezman bi heft ramaxê (wekîhev) afirandî ye (heryekê ji wan di şopa xwe da digere). Tu di afirandîna ( Yezdan ê ) dilovan da qe to alozîyê nabînî. Îdî tu çav bizvirîn e, ka qe tu (di afirandina wan da) tu alozîyekî di bînî?
4 Paşê tu bi car û car çav bizvirîne qe tu (tu alozî nabînî). Ewan çavanê bi bêzarî (ji dîtina kêmaî û alozîyan) bê umîd wê li bal te da bizvirin.
5 Bi sond ! me ezmanê cihanê bi sitêrkne wekî çiran çilwulok xemilandî ye. Me ewan sitêrkan ji bona Pelîdan xistin e kevir afîtok (sitêrkê rijok e). Me ji bona (Pelîdan ra) şapata doja hilopît amade kirîye.
6 Me ji bona wanê ku filetî ya Xuda yê xwe dikin şapata dojê (amade kirîye). Ewa çiqa sikê êwran e !
7 Gava ewan di nava dojê da têne afîtinê, ewan ji dojê dengê zîqînîyê di behên (tu dibê qey ji hizkirina afîtinê) di hîre û ewa li sed hev da pêt davêj e.
8 Nêzîk dibe ku (ewa doja) ji hêrsa ji hev bi çire. Çiqa destek ji wan di nava (dojê da) têne afîtinê, zebanîyê (dojê) ji wan pirs kirîye, « Qe ji bona ew ra hişyarvanekî, ku (hûn ji vê dojê bi dana tirsandinê ) ne hatibû bal we ? »
9 Ewan (aha pisyar dane û) gotine, « erê ! bi sond, li bal me da hişyarvan hatibûn, lê me ewan dane derew dêrandinê, me ji wan ra (aha) gotibû, « Yezdan qe tu tişt ne hinartîye, hûn hey di wundabûneke mezin danin. »
10 (aha jî) gotibûne, « Şixwa heke me ji wan (hişyrvanan) bi bihîsta û me (ji gotinê wan) hiş hilda, em ne diketine nava hevrîne (agirê) hilopît. »
11 Îdî ewan (bi vênevê gotine), « erê ! me (evan gunehê hanênan) kirine. Îdî (tu dest ji wan berde) bi ra hevalê wî (agirê) hilopît bêne hêrandinê, dûr e (dilovanî ya Yezdan bi kebin).
12 Bi rastî ewanê, ku bi dizîka da ji Xuda yê xwe ditirsin hene ! ji bona wan ra baxişkirin û kiryeke mezin heye.
13 Hûn (gelî merivan !) axiftinan, çi veşêrin û çi eşkerke bikin (yek e). Loma tişta di singa da heye (Yezdan) pur pê dizane.
14 Ewa bi xweber bi hemî tiştê hûr (dizane û ) agahdar e, ça bi tişta (afirandîye)nizane ?
15 Ewê, ku zemîn ji bona we ra melûl kirîye heye ! ewa Yezdan e, îdî hûn di nav milê (zemîn da) bigerin û hûn ji rojîne wî bixun. Hey zivirandin li bal (Yezdan) dane.
16 Qey hûn ji wanê di ezmana da ewle dibin, ku ewan we di zemîn da nexne xarê? Gava (evan bi vên, ku we di zemîn da bixne xarê) zemîn heman diheje (hûn bixweber di zemîn da diçine xarê).
17 Yajî qeyy hûn ji wanê di zemîn da hene ewle dibin, ku ewan li ser we da bexûrê neşînin? Di nava wê baxûrê da kevirne, ku hûn bi wan bêne kuştinê hebin. Îdî hûnê di nêzîk da bizanin ka hîşyar ya mine bi tirsdanê, çane ?
18 Bi sond! Ewanê di berya wan da hebûne, hene ! ewan jî (Pêxemberne xwe) dabûne derewdêrandinê, îdî (tu mize bike) ka temtêla wanê,ku (digotin, Xuda) tuneye çane?
19 Maqey ewan li bal wan çûkne, ku li ser wan da ref girtine û baskê xwe diweşînin û req dikin, mêze nakin? Ewan (çûkan) di hewa da hey (Yezdan ê) dilovan digire. Loma bi rastî ewa hemî tiştîdibîne.
20 Qey ji pêştirê (Yezdan ê) dilovan, evan leşkerne wene hanênan wê we (ji şapata Yezdan) biparisînin? Bi rastî file di xapandinêdanin.
21 Qey heke(Yezdan) rojîna xwe ji we bide girtinê, evanê hanê wê ji we ra rojînan bidin? (Tu kes nikare bide!) lê ewan di înça xwe da tekoşînê dikin û (ji rastîyê) vedicinikin.
22 Maqey ewê, ku deverû diçe, ewa li ser rîyaraste yan jî ewê li ser rîyarast diçe hatîye rîyarast?
23 (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: “Ewê hûn afirindine heye! Ewa Yezdan e. Ewî ji bona we ra goh û çav û dil çêkirîye. Hûn çiqa hindik sipasî ya (wî) dikin!“
24 (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha jî) bêje: “ewê hûn di zemîn da çandine heye! Ewa (Yezdan e) hûnê li bal wî da bêne civandinê.“
25 Ewan ji te (aha dipirsin) û dibêjin: “heke hûn rastbêjin, ka danê wê (şapatê) kîngeye?“
26 Tu (pisyara wan aha bide) û bêje: “ zanîna wî danî hey li bal Yezdan e. Ez bi xweber jî hey hişyardarekî xwuyame.“
27 Îdî gava ewan (nabaweran) ewa (aşîta) di nêzîk da dîtine, rûyê wanê bûne file sikbûya (ji wan ra aha) hatîye gotinê: “ewa şapata we dixwest evaye.“
28 (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: “hûn mêze bikin, heke Yezdan min û ewanê bi min ra teşqele bike, yan jî dilovanî ya xwe li me bike (em bi xweber qayîlin loma ewa Xuda yê me ye, lê gelo) îdî kê dikare filan ji şapata dilsoz biparêsîne?“
29 (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha jî) bêje: “parisvan hey (Yezdan ê) dilovan e, me bi wî bawer kirîyeû me xwe hispartîye wî, îdî hûnê di nêzîk da bizanin ka kîjan di rê wundabûna xûyadane.“
30 Tu (ji wan ra aha jî) bêje: “hûn mêze bikin; heke ava we di (zemîn da) here xarê û bimirçiqe, îdî gelo ji we ra kîjan dikare aveke nexwuyaî bide zayînê bîne?“