93

1 Bi (danê) taştê.
2 Bi şeva gava tarîtîya wê hewya.
3 (Sond dixum!) Ku Xuda yê te dest ji te bernedaye ji te jî ne xeyîdîye.
4 Û bi rastî (danê para da) ji bona te ra (ji danê) cihanê çêtir e.
5 Û Xuda yê teyê bi rastî ji bona te ra di nêzîk da dayîneke wusa bide, ku tu bi wê dayînê qayîl bibî.
6 Maqey (Xuda yê te)gava tu sêwî bûyî tu xweyî ne kirî?
7 Gava tu wundayî bûyî ewî tu ne anî li ser rêya rast?
8 Gava tu xêzan bûyî ewî tu zengin ne kirî?
9 Îdî tu bi tucureyî li sêwîyan zorê neke.
10 Û bi tu cureyî parsekan bê par neke.
11 Û tu bi wan qencîne, ku Xuda yê te bi te kirîye bi axive.