37

1 Bi (feriþteyên) qor bi qor in,
2 Û ên hey berî (ewran) didindajon,
3 Û ên hey Qur´anê dixweynin.
4 Bêguman Xudayê we her yek e,
5 Perwerdekarê asîmana û zemîn û tiþtê di navbera wan de ye û perwedekarê rojhelatan e.
6 Bêguman me asîmanê dinê (ê herî nêz) bi ronahî û xweþikiya sitêrkan xemilandiye.
7 Û ji bo parastina ji her pelîdê serkêþ;
8 Ku ew li civata herî jirîn gohdarî nekin û ew, ji her alî ve têne avêtin.
9 Qewrandinekî (bi gilokê agirîn); û ji wan re îþkencekî bi janê hertimî heye.
10 Tenê ê ku bi lez tiþtekî bigre û bazde, vêca sitêekê ronak (wek gilokê agir) didin pey.
11 Vêca tu ji wan bipirse; gelo di pîþekarî de ew zortir in-tekûztir in yan ên aferandiye? Bêguman me wan ji herîkî zelqokî aferandiye.
12 Ne, (dev ji wan berde) tu sosreta dibînî û ew jî tinaza dikin.
13 Û gava ew têne þîret kirin-bîr xistin ew þîret nagirin-bi bîr naynin.
14 Û gava ayetek (nîþanek) bibînin ew dest bi tinaza dikin.
15 Û gotin ku: "Eva han hey efsûnek xuya ye."
16 "Ma gava em bimrin û bibin ax û hestî ma qey bera emê bêne vejandin-rakirin?"
17 "Ma qey bav û kalên me yên pêþîn jî (wê rabin?)."
18 Tu bêje: "Belê, û hûnê sitûxor bin."
19 Vêca bêguman ew (rabûn) tenê yek qêrînek e; vêca ewê pêre pêre rabin û binêrin.
20 Û wê bêjin ku: "Hey xulî li me be! roja xelat û celatê eva haye."
21 Roja veqetandinê ku we wê diderewand eva haye.
22 Hûn ewên sitemkar tevî jinên wan û tiþtê dihebandin bicivînin.
23 Wan bêyî Xuda (pûta û pelîd diheband); vêca hûn rêye dojehê nîþa wan bidin.
24 Û hûn wan bisekinînin. Bêguman ewê bêne pirsyarî kirin:
25 "Ma çima´ hûn alîkariya hevûdin nakin?"
26 Ne, ew îro sitûxor in.
27 Hin ji wan li hina defitilin ji hev dipirsin.
28 Gotin: "Bêguman hûn hey ji rast ve dihatine me."
29 (Pêþwayan) got ku: "Ne, ji xwe hûn nebûn bawermend."
30 "Tu zora me li ser we nebû; ji xwe hûn bûn komelek serkêþ."
31 "Vêca gotina perwerdekarê me li ser me pêwiat e. Bêguman emê her tam bikin."
32 "Vêca me we ji rê derxist; bêguman em bi xwe jî jirêderketî bûn."
33 Vêca bêguman ew wê rojê di ezab de hempar in.
34 Bêguman em bi sûcdarên gunehkar her wuha dikin.
35 Bêguman ew, gava ji wan re dihate gotin ku: "Ji Xuda pêve tu Xuda nînin" wan quretiya dikir.
36 Û digotin ku: "Ma qey bera emê ji bo þairekî dîn dev ji Xudayên xwe berdin?"
37 Ne, ew bi rastiyê hat û pêxemberan jî rast gotiye.
38 Bêguman hûnê ji ezabê bi jan tam kin.
39 Û hûn, ji tiþtê we kiriye pêve nayên celat kirin.
40 Bendeyên Xuda yên dilpak ne tê de.
41 Ewên han ji wan re rozîkî xuya heye.
42 G_ellek fêkî jî û ew bi xweþî têne mazûrvanî kirin.
43 Di bihiþtê xweþiyan de ne.
44 Li hember hev li ser texta rûniþtî ne.
45 Bi tasê ji meya pak tije li ser wan tê gerandin.
46 Ji ên vedixwin re çîlsipî meyxoþ e.
47 Ne tê de serxweþî û zikêþî heye û ne jî ew jê ji xwe diçin.
48 Li cem wan hin jinên çav rindê çav mezin hene ku hey li wan dinêrin.
49 Ew herwekî hêkê sipî parastî ne.
50 Vêca hin ji wan hina difetilin ji hev dipirsin.
51 Yekî ji wan got ku: "Bêguman hevalekî min hebû."
52 "Digot ku: "Ma qey tu ji ewên rasdidêrin-bawerî tînin î?"
53 "Ma qey gava em bimrin û bibin ax û hestî ma bera emê bêne celat kirinê?"
54 Got: "Ma gelo haya we (ji wî hevalê min) heye?"
55 Vêca bi ser (hevalê xwe) vebû; êdî wî da nava dojehê de dît.
56 Gotê: "Ez bi Xuda kim hin mabû ku te min têk bibrana."
57 "Eger ne ji qenciya perwerdekarê min bûna, ezê jî bi te re li wur bûma."
58 "Vêca ma emê nemirana newsa?"
59 "Ji mirina xwe ya pêþîn pêve û em nayên ezab dayîn jî!?"
60 Bêguman rizgariya herî mezin her eva haye.
61 Vêca xebatkar ji (xweþîyê) wekî vî re bira bixebitin.
62 Ma ev ciyê xweþ çêtir e yan dara ziqûmê?
63 Bêguman me wê (darê) ji sitemkaran re kiriye sihetî û teþqele.
64 Bêguman ew darek e ku ji kurahiya dojehê dertê.
65 Fêkiyê wê herwekî serê pelîdan e.
66 Vêca bêguman wê ew jê bixwin û wê zika jê tije bikin.
67 Paþê bi rastî ji wan re di ser de jî vexwarinek tevlîhev ji ava kel heye.
68 Paþê bêguman vegergeha wan bal dojeha har ve ye.
69 Bêguman wan, bav û kalên xwe yên jirêderketî jî dît.
70 Vêca ew li ser rê û rêça wan dibezin.
71 Sond be, berî wan pirrî pêþiyan jî rê þaþ kiribûn.
72 Sond be me gellek (pêxemberên) hiþyarker di nava wan de þandibû.
73 Vêca tu binêre ka paþiya ên hatin hiþyar kirin çewa bû?
74 Bendeyên Xuda yên dilpak ne tê de.
75 Sond be, Nûh gazî me kir; vêca ên bersiv dan çi rind bûn!
76 Me wî û malbata wî ji wê kovana zor mezin xelas kir.
77 Û me ên mayîn her azbata wî hiþt.
78 Û me navê wî di nav ên ji pare de tên hiþt.
79 Di nav hemû aleman de silav li ser Nûh be.
80 Bêguman em, qencîkaran wuha xelat dikin.
81 Bêguman ew, ji bendeyên me yên bawermend e.
82 Paþê mê ên din tev fetisand.
83 Û bêguman Îbrahîm jî ji hemkîþê wî ye.
84 Dema bi dilekî pak hate perwerdekarê xwe.
85 Dema ji bavê xwe û gelê xwe re got ku: "Ma hûn çi dihebînin?"
86 "Ma hûn bêyî Xuda bi derew hin Xudayên din dixwazin?"
87 "Vêca ma gumana we bi perwerdekarê hemû aleman çiye?" (hûn guman dikin wê çi bi we bike).
88 Vêca bi nêrînek li sitêrka mêzand.
89 Vêca got ku: "Bêguman ez nexweþ im."
90 Vêca wan piþt danê çûn.
91 Êdî ewî berê xwe bal Xudayên (pûtên) wan ve kir vêca got: "Ma hûn çima naxwin?"
92 "Ma çi bûye ji we hûn nepeyivin?"
93 Vêca berê xwe da wan bi destê raste li wan da.
94 Vêca wan berê xwe danê bilez berpê hatin.
95 Got: "Ma hûn tiþtê we (bi destê xwe) hekandiye dihebînin?"
96 "Xuda we û tiþtê hûn çêdikin tev aferandiye."
97 Gotin: "Hûn jê re avahiyek lêkin, vêca hûn wî bavêjin dojeha agir."
98 Vêca wan xwest ku pê xerabî bikin, êdî me wan kir ên herî jêrîn.
99 (Îbrahîm) got ku: "Bêguman ez diçim bal perwerdekarê xwe, wê ew rêya rast nîþa min bide."
100 "Perwerdekarê min! tu (zarûkî) ji qencan bi min baxþîne."
101 Vêca me mizgîna zarûkî sernerm dayê.
102 Vêca çi gava (ew zarûk) pê re gihîþte çaxa ger û xebatê, gotê: "Kurê min! bi rastî min di xewê de dît ku min te serjê dikir; vêca binêre ka tu çi dibînî?" Got: "Bavo can! tiþtê tu têyî ferman kirin bike. Xuda hiz ke tu yê min ji bîhnfirehan bibînî."
103 Vêca çi gava herdûyan jî serî (ji Xuda re) danîn û wî li ser kêleka rastê serê wî danî erdê.
104 Me gazî kirê: Îbrahîm!
105 Bêguman te xewnê rast dêrand. Bêguman em qencîkaran wuha perû dikin.
106 Bêguman sihêtiya aþîkar her eva han e.
107 Û me di bergîdanê de goriyeke mezin dayê.
108 Û me navekî xweþ jê re di nav ên paþîn de hiþt.
109 Silav li Îbrahîm be.
110 Em qencîkaran wuha xelat dikin.
111 Bêguman ew ji bendeyên me yên qenc e.
112 Û me mizgîna Îshaq ku pêxemberek ji qencan e dayê.
113 Û me rozîkî fireh da wî û Îshaq; ji azbata wî qencîkar û ê aþkera li xwe sitemkar jî hene.
114 Sond be me li Mûsa û Harûn jî qencî kir.
115 Û me wan û gelê wan ji renceke mezin xelas kir.
116 Û me yariya wan kir; vêca ên serkeftî her bûn ew.
117 Û me kitêbek pirr xuyaker da wan.
118 Û me rêya rastîn nîþanî wan da.
119 Û me navekî xweþ ji wan re di nav ên paþîn de hiþt.
120 Silav li Mûsa û Harûn be.
121 Bêguman em qencîkaran wuha xelat dikin.
122 Bêguman ew herdû jî ji bendeyên me yên bawermend in.
123 Û bêguman Îlyas jî ji pêxemberan e.
124 (Di bîr bîne) dema ji gelê xwe re got ku: "Ma hûn xwe naparêzin-natirsin?"
125 "Ma hûn gazî pûta dikin-dihebînin û hûn dev ji rindtirîne aferendekaran berdidin?"
126 "Xuda perwerdekarê we û perwerdekarê bav û kalên we yên pêþîn e."
127 Vêca wan wî derewand; êdî bêguman ewê bêne amade kirinê.
128 Bendeyên Xuda yên dilpak ne tê de.
129 Me navekî xweþ jê re di nav paþîniyan de hiþt.
130 Silav li Îlyas be.
131 Bêguman em qencîkaran wuha xelat dikin.
132 Bêguman ew ji bendeyên me yên bawermend e.
133 Û bêguman Lþt jî ji pêxemberan e.
134 (Di bîr bîne) dema me wî û malbata wî tev xelas kir.
135 Ji pêþirê pîrenjinekî ku di nav ên mayî de ma.
136 Paþî me ên din serûbin kir.
137 Û bêguman hûn sibeha hey di ser wan re diçûn û tên.
138 Û bi þev jî, ma hûn hêjî hiþ tê nabin-xwe ranagirin?
139 Û bêguman Yûnis jî ji pêxemberan e.
140 (Di bîr bîne) dema (ji gelê xwe) dûr bû-reviya çû bal keþtîkî tije ve.
141 Vêca peþk kirin; êdî ew bû ji ên sitûxor (peþk li wî ket ku ew ji keþtiyê bê avêtin).
142 Vêca masîkî mezin wî daqurtand û ewî loma li xwe dikirgunehkar bû.
143 Vêca eger bi rastî ew nebûya ji limêjkaran;
144 Ewê di zikê wî (masiyî) de heya roja rabûnê bimana.
145 Vêca me wî avête zemînek rût, tevî ew nexweþ bû jî.
146 Û me darekî ji kundira li serê hêþîn kir.
147 Û me wî þandibû bal sed hezar (mirov) yan hê pirrtir.
148 Vêca wan bawerî anî, êdî me wan heya demekî bi xweþî jiyand.
149 Vêca tu ji wan bipirse ma ji perwerdekarê te re keç û ji wan re jî kur hene?
150 Ma qey me feriþteyan mê aferandiye û ew jî hazir û danas bûn?
151 Hay jê bin! bêguman ew ji derewa xwe dibêjin:
152 "Xuda zarû çêkiriye:" Bêguman ew pirr derewkar in.
153 Ma wî keça di ser kura re girtiye?
154 Ma çi bûye ji we?, hûn çewa hukim dikin?
155 Ma hêjî hûn nafikirin?
156 Yan ji we re delîlek zexmî xuya heye?
157 Vêca eger hûn bera rastgo ne ka kitêba xwe bînin!
158 Û di navbera wî û cinna de jî nasebek çêkirine. Sond be cinn baþ dizanin ku wê ew bêne amade kirin.
159 Xuda ji tiþtê ew salix didin pak bêrî ye.
160 Ji pêþtirê bendeyên Xuda yên dilpak.
161 Vêca bêguman hûn û tiþtê hûn dihebînin,
162 Hûn qet (kesî) nikarin li serê ji rê derînin.
163 Ji pêþtirê kesê ku wê têkeve dojehê.
164 (Feriþteyan got ku:) "Ji her yekî ji me re payekî diyar heye."
165 "Û bêguman em hey qor bi qor in."
166 "Û bêguman em hey li mêjkar in."
167 Her çend wan hey digot ku:
168 "Eger bi rastî kitêbek ji pêþiyan li cem me hebûna,"
169 "Emê bibûna ji bendeyên Xuda yên dilpak."
170 Vêca ew pê kafir bûn, êdî wê paþê bizanbin.
171 Sond be peyva me ji bendeyên me yên pêxember re derbas bûye ku:
172 Bêguman ên wê bêne yarî kirin her ew in.
173 Û bêguman ên serkeftî her leþkjarên me ne.
174 Vêca tu heya demekê rû ji wan bizivrîne.
175 Û tu li wan binêre; vêca ewê paþê bibînin.
176 Vêca ma ew bi ezabê me dilezînin?
177 Vêca gava ew (ezab) li hêla wan daket, vêca sibeha ên hatine hiþyarkirin tirsandin wê çiqas nexweþ be!
178 Tu heya demekê rû ji wan bizivrîne.
179 Û tu bibîne vêca ewê jî paþê bibînin.
180 Perwerdekarê te ku perwerdekarê serkeftinêy e ji tiþtê ew salix didin pak bêrî ye.
181 Û silav li ser pêxemberan be.
182 Û pesn û sipas ji Xudayê perwerdekarê hemû cîhanan re ye.