68

1 Nûn. (Arşa van tîpên di serê ferkeran da hatine hey Yezdan dizane) Bi nûn û nivîsdarok û bi nivîsandina, ku (bi nivîsdarokê) tê rêz kirinê.
2 (Muhemmed!) tu bi qencîneke Xuda yê xwe tepa nakebî.
3 Bi rastî ji bona te ra kiryeke bê paşî heye.
4 Bi rastî tu li ser xûyekî mezinî.
5 Îdî tuyê jî (di nêzîk da) bibînî ewanê jî, bibînin.
6 Ka kîjan ji we (herdu destan ji rêya rast) darketîye (tepa ketîye).
7 Bi rastî Xuda yê te bi xweber ça bi wanê hatine (rîyarast) çêtir dizan e, bi wanê, ku ji rêya wî der- ketine jî çêtir dizan e.
8 Îdî (Muhemmed!) tu bigotina virekan nek e.
9 Ewan hiz kirine, ku tu bi wan ra bi nermayî derbas bikî, îdî ewan jî bi wa ra bi nermayî derbas bikin (carna tu bi gotina wan, carna jî ewan bi gotina te bikin)
10 (Muhemmed!) hemî (kesên) sond xwarin e riswa
11 Gotegotê bi navok (di nava kesan da) axiftinan digerîn e.
12 Nahêle (kes) qencîyan bike, ji tuxûbê xwe borî û gonehkar.
13 Ku bi hêrs in ji piştî hêrsê jî bê nişan e.
14 Ji ber ku bi mal û kur in, tu bi gotina (wan) neke. Loma, ewan ji tuxûbê xwe borîne rast nînin).
15 Gava berateyên me ji wî ra tê xwundinê (aha) dibêje,"Evanan çîvanokê berêne."
16 Di nêzîk da emê li ser pozê wî durufê daynin.
17 Bi rastî me ça hevrîne rêz û baxan ceribandibûn. Kanê wan sond xaribûn, ku ewanê di serê sibehê da (darê bostanê xwe biweşînin).
18 Qey ewan tu tişt ji hev venediqetandin (ne digotin: Heke Xuda hez bike).
19 Îdî ewan bi xweber jî hêj razaîbûne li ser wan da aşîtek ji Xuda yê te çerixî.
20 Îdî rêz û baxê wan wekî pirêzên zevîyan man e.
21 Ewan di sibehê da qîrdane hev.
22 Ku hûnê herin (daran) daweşînin; zû herin hûn dereng man e, gotine.
23 Îdî ewan rabûne çûne, di nava hev da bi dizî axiftin e.
24 Di îro da bila tu xezan (di rêz û baxçe da) neyê bal me.
25 Ewan zû çûn. Guman dikirin, ku dişîn qe tu xezanî nexne baxçê xwe.
26 Îdî gava ewan çûne (bostanê xwe) dîtine (aha) gotine: "Bi rastî me rêya rast wuda kirîye".
27 Bi rastî em di berê da ji wî (bostanî) hatine bê par kirinê
28 Ewê nîvwarê ji wan (ji bona wan ra aha) gotîye: "Qey min ji bona we ra negot; gotî hûn Xuda yê xwe ji kêmasîyan paqij bikin
29 Ewan jî (aha) gotine; "Xuda yê me! bi rastî em te ji kemasîyan paqij dikin, loma bi rastî em ji cewrkaran bûne.
30 Îdî hinekê ji wan berê xwe dane hinekên wan li hev tilf kirine.
31 (Ji hev ra aha) aha gotina, "Xwalî li me be! bi rastî em ji avarû derketibûn".
32 Dibe ku Xuda yê me di şûna wan da ji wan çêtir bide me. Loma bi rastî em ji Xuda yê xwe hêj ji wan çêtir dixwazin.
33 Şapat ahane! heke ewan bizanin şapata para da hêj meztir e.
34 Bi rastî ji bona Xuda parizan, li bal Xuda yê wan, behişta xarinan heye.
35 Îdî qe em misilmanan û guneh karan wekî hev digirin?
36 (Gelî filan!) hûn ça berewanî dikin (ewan wekî hev digirin)?
37 Qey ji bona we ra pirtûkek heye! hûn (di wê pirtûkê da) evan biryaran dixûnin?
38 Bi rastî hûn çi bibêjin, ji bona we ra di wê pirtûkê da heye?
39 Maqey heya roya qarsê ji bona we ra me sond xwarîye, ku hûn bi çi berewanî bikin, ewa berewanî ya ji bona we ra heye?
40 (Muhemmed! tu ji wan aha) pirs bike, ka ji wan kîjan dibe gerewa vê gotinê?
41 Qey Ji bona wan ra (divê axiftinê da) hempayê wan hene? Îdî heke ewan (di doza xwe da) rast in, bila hempayê xwe jî bînin.
42 Di roya, ku deling ji bazûyan tê hildanê (temtêla wan zor dibe) ewan li bal kunde birinê da têne gazî kirinê, îdî ewan nikarin kunde beherin (loma danê wî borîye).
43 Çavê wan ji tirsa ketîye, rûreşîk bi wan digirtîye. Bi sond! Ewan hêj zende bûne, li bal kunde birinê da hatine gazî kirinê (lê kude ne birine).
44 Îdî (Muhemmed!) tu ewanê, ku vê (Qur´an ê) didine derewdêrandinê ji min ra bihêle (dest ji wan berde) emê ewn bi pêpelîk di wî cîyî qe ewan pê nizanbin nêzîkê (aşîtê) bikin.
45 Ez ji bona wan ra dem didim. Bi rastî defika min (ji bona wan ra ) bi hêz e, (kê bikeve îdî dernakeve).
46 Qey (Muhemmed!) tu ji wan kirya (pêxembrî ya xwe) dixwazî, îdî ewan jî, ji deyn dayînê giran bûne (nikarin kirya te bidin?).
47 Qey li bal wan (xezîna bi ne xûyan) heye, îdî ewan jî, (ji wan ne xûyan) dinivîsin?
48 Îdî tu ji bona berewani ya Xuda yê xwe hew bike û tu jî wek hevrîyê masîyê (Yunis) neke. Gava (Yunis) ji kulan tijî bûye (ji Xuda) lava kirîye.
49 Heke ji Xuda yê wî qencîyek negîhişta wi, wê di çoleke rût da bi rexnî bihata avêtinê.
50 Îdî (wusa nebû) loma Xuda yê wî (lava ya wî) litê kir. Îdî (Xuda yê wî) ewa xiste ji aştîkaran.
51 Ewanê bûne file hane! Gava ewan (xwendina Qur´an ê) dibihîstin, nêzîk dibû, ku ewan te bi çavê xwe welgerînin. Ewan (aha) digotin: "bi rastî (Muhemmed) tepa dikebe".
52 Lê (Qur´an) bi xweber jî, ji bona hemû heyan şîretk e (hatîye şandinê)