56

1 Gava (qiyamet)a rastîn çêbibe.
2 Ji çêbûna wê re tu derew nîne.
3 (Ji hina re) nizimker (û ji hina re jî) bilindker e.
4 Gava zemîn bi hejek zor bê hejandin.
5 Û çiya hûr hûr bibin.
6 Êdî bibin xulîkî berbayî.
7 Û hûn bibin sê deste.
8 Hevalê destê restê, çi heval in ên destê çepê!
9 Û hevalê destê çepê çi heval in ên destê çepê!
10 Ên pêþketî pêþketî ne.
11 Ên nêzbûyî evên han in.
12 Di bihiþtê xweþiyan de ne.
13 Komekî pirr ji pêþiyan.
14 Û hinekî jî ji paþiyan.
15 Li ser sedrê neqþandî ne.
16 Li ser wan li hember hev rûniþtî ne.
17 Li dora wan hin nûciwanên bêmirin digerin;
18 Bi tas û misîn û þerbikên ji serkaniyan (tijebûyî)
19 Ji wê (meyê) ne sergêj dibin û ne serxweþ dibin.
20 Û fêkiyên ku ji xwe re hildibjêrin.
21 Û goþtê çûka ku dilê wan diçê.
22 Û jinên çavbelek (ji wan re ne).
23 Ku ew wekî moriyê parastî ne.
24 Bergîdana tiþtê (li dinê) kirine.
25 Tê de, ne tiþtê beredayî dibihîzin û jî gunehkariya.
26 Ji pêþtirê gotina: "Silav Silav."
27 Hevalê destê rastê çi heval in ên destê rastê!
28 Di nav (darê) gelyaza yên cuqlîtewandiyê bêdirrî de ne.
29 Û (darê) mûzê yên li ser hev hûnandî de ne.
30 Û li binê siyê dirêjbûyî ne.
31 Û di avê herikandî de ne.
32 Û di nav gellek fêkiyan de ne.
33 Ne tên birrîn û ne jî qedexe kirin.
34 Û di nav jinên bilindhêja de ne.
35 Bêguman me wan (jinan) hê ji nû ve çêkiriye.
36 Vêca me wan kiriye keçên xama.
37 Evîndarên hemsal in.
38 Ji bo hevalê destê rastê ne.
39 Komekî pirr ji pêþiyan.
40 Û komekî jî ji paþiyan.
41 Hevalê destê çepê çi heval in ên destê çepê!
42 Di nav germa agir û ava kelandî de ne.
43 Û siyî ji dûyê reþ de ne.
44 Ne hênik e û ne rind e.
45 Bêguman ew berî vî qeþmer bûn.
46 Û wan hey li ser gunehê mezin (kufr û pûtperestiyê) didomand.
47 Û wan digot ku: "Ma gava em bimirin û bibin xulî û hestî ma emê bera bêne rakirin?"
48 "Û bav û kalên me yên pêþîn jî?"
49 Tu bêje ku: "Bêguman pêþînî û paþînî tev."
50 "Danê roja xuya wê her bêne civandin."
51 Paþê hûn gelî rêþaþên derewkar!
52 Hûnê ji dara kerratiyê jî hey bixwin.
53 Vêca hûnê zika jê tije kin.
54 Êdî hûnê di ser re jî ava kelandî vexwin.
55 Vêca hûnê wek vexwarina devên nexweþ ên hergav tî (yan axa ku ji avê têr nabe) wexwin.
56 Roja xelat û celatê rozî û xwarina wan evê han e.
57 Me we aferandiye, vêca çima hûn rast nadêrin?
58 Vêca ma hûn tiþtê (avika) davêjin dibînin?
59 Ma hûn we diaferînin yan em aferandekar in?
60 Me mirinê di navbera we de (bi pîvan) parve kiriye û bi pêþiya me nayê ketin;
61 Ku em we bi hinekî wekî we biguherînin û em we di tiþtê hûn nizanin de çêkin.
62 Sond be we aferandina pêþîn zaniye, vêca çima hûn nafikirin-þîret nagirin?
63 Vêca ma hûn tiþtê dajon (çandiniyê xwe) dibînin?
64 Ma hûn wî dajon-çot dikin yan em cotkar in?
65 Eger me bixwesta, me yê wî bikirna ka-bêtene vêca hûnê sosret bimana.
66 (We yê bigotana:) "Bêguman em, çandiniyê me çû-deyndar man."
67 "Ne, ji xwe em bêpar in."
68 Vêca ma hûn ava ku vedixwin dibînin?
69 Ma we wê ji ewra barandiye yan em dibarînin?
70 Eger me bixwesta me yê wê (avê) tal bikirna, êdî ma çima hûn sipas nakin?
71 Vêca ma hûn agirê ku dertînin-pêdixin dibînin?
72 Ma we dara wî (agirî) çêkir yan em çêdikin?.
73 Me wî (agirî) kiriye bîrxistinî û xweþîkî ji bo rêwiyan (û hewcedaran) re.
74 Êdî tu navê perwerdekarê xwe yê mezin pak bêrî bidêre.
75 Vêca ne, ez sond dixwim bi þûnê sitêrkan (ku di wan deran de diweþin-dikevin).
76 Û bêguman ew (sond) sondekî mezin e-eger hûn bizanbin-.
77 Bêguman ew Qur´anekî birûmet e.
78 Di kitêbekî parastî de ye.
79 Ji ên paqijkirî pêve têkilî wê nabin.
80 Daxistinekî hin bi hin ji perwerdekarê hemû cîhana ye.
81 Vêca ma hûn vê peyva han biçûk dibînin-diderewînin?
82 Û hûn sipasê roziya xwe dikin ku hûn bera diderewînin?
83 Vêca ma çima gava (can) digihîje qirikê (hûn nikarin tiþtekî pê bikin?).
84 Û hûn wê gav hey dinêrin.
85 Û em ji we pê nêziktir in, lê belê hûn nabînin.
86 Vêca eger hûn ji dil bawer nakin (ku hûnê werin celat kirinê);
87 Eger hûn bera rastgon e çima hûn wî (canî) venagerînin?
88 Vêca heçî eger ew ji ên nêzbûyî be;
89 Êdî dilxweþî û gulê xweþbîhn (rihan) û bihiþta xweþiyan (jê re ye).
90 Û heçî eger ew ji hevalê destê rastê be;
91 Êdî ji hevalê destê rastê xweþî ji te re be.
92 Û heçî eger ew ji derewkarên rêþaþ be;
93 Êdî rozî û xwarinên ji ava kelandî (jê re ne).
94 Û emê wî têxin dojehê-wî biþewitînin.
95 Bêguman rastiya herî rast eva haye.
96 Êdî tu navê perwerdekarê xwe yê mezin pak bêrî bidêre.