89

1 Bi Segura (sibehê).
2 Bi wan deh şevê (bi nev û nîşan).
3 (Bi hemî afırandê) zo û kit.
4 Û bi şevê gava di çe.
5 Ji bona xayî hişan ra bi rastî di vane borî da sond û ewletî heye.
6 Maqey tu nabînî, ku Xuda yê te komalê Ad ça şapat kirîye?
7 Ewan (komelekî wusa bi hêz bûn) wekî sitûnan bilind bûn.
8 Ewan (komalên wusa bûn e) ku wekî wan tu komal di welatan da ne hatine afirandinê.
9 Û ewan Semûdîne di newalan da, zinar qul dikirin (ji bo ku ji xwe ra xanîyan ava bikin, Xuda yê te ça şapat kirîye?
10 Û (Xuda yê te) Fir´ewn ê xwedîyê hêz û singê jî ça şapat kirîye?
11 Ewan di welatan da (bi zorbetî) ji ava rû derketibûn.
12 Îdî ewan di welatan da pir cewr kiribûn e.
13 Xuda yê te jî, îdî li ser wan da şapatek e zor rijandîye
14 Loma bi rastî Xuda yê te (di hemû deman da) dîdevanê (bendeyê xwe ye).
15 Îdî gava Xuda bivê, ku merivan biceribîn e; ewa merivê, ku Xuda yê wî ji bona wî ra berxudarî dabe (aha) bêje bi rastî Xuda yê min ji min ra qencî kirîye.
16 Lê gava Xuda yê wî ewî bi ceribîne,îdî rojînê wî kêm bike û bê pêar bike îdî ewa jî (aha) di bêje: "Bi rastî xuda yê min, ez riswa kirime."
17 Na! (bi gotina we nîne) lê hûn (gelî merivan!) rûmeta sêwyan na girin.
18 Û hûn ji bona xurek dana belengazan helana nadene hev.
19 Û hûn mîratê qe ji hev naraqetînin, hemî tevê hev dixun.
20 Û hûn ji civandina mal pir hez dikin.
21 Na! (evan kirinê we rast nînin) gava zemîn hejîya bû toz.
22 Û (gava) Xuda yê te hat; ferişte bi gargî rêz bûn.
23 Di wê rojê da doj jî hatîye anînê. Di wê rojê da meriv kirinê xwe tîne bîra xwe, îdî (di wê rojê da) bîranîna wî ji bona wî ra wê ça kêrê wî were?
24 (Di wê gavê da meriv aha) di bêje: "Xwezîka min ji bona vê jîna xwe ra hêj di berê da (qencî) şandibûnan."
25 Îdî di wê rojê da wekî şapata (Yezdan) qe tu kes şapatê nake.
26 Û tu kes jî wekî girêdana (Yezdan) girêdanê nake.
27 Gelî canê rawestîyayê hewda î!
28 Tu li bal Xuda yê xwe da bi qayîlî bizvire.
29 Îdî tu bikeve nava bendenê minê (xurî).
30 Û tu bikeve behişta min.