55

1 Mihrîban.
2 Da hînkirinê Qur´an.
3 Aferandiye mirovan.
4 Pê eliman peyv-daxuyan.
5 Roj û hîv in bi pîvan.
6 Serî datînin giyah û daran.
7 Rakir wî asîman û danî mîzan (mêzîn-terazî).
8 Da ku hûn serkêþî nekin di mêzînan.
9 Û hûn kêþanê bi dadî rakin û kêm nekin mêzînan.
10 Zemîn jî wî daniye ji mirovan (hemû candar û mexlûqan re).
11 Tê de hene fêkî û darê xurma yên goþîdar.
12 Û teneyên bi ka û pel û gulê bi bîhn (rihan).
13 Nexwe hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
14 Wî mirov ji herîkî (hiþk) wekî qafik aferandiye.
15 Û cinna jî ji agirek bêdû aferandiye.
16 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
17 Perwerdekarê herdû rojhelat û perwerdekarê herdû rojavaya ye.
18 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
19 Herdû deryayan berda ku digihên hev.
20 Di navbera wan de perdekî heye ku tevlîhev nabin.
21 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
22 Ji wan morî û mircan dertên.
23 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
24 Keþtiyên bilindê wekî çiyayan ku di deryayan de diherikin jî ên wî ne.
25 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
26 Her kesê li ser rûyê zemîn e, namîne.
27 Tenê rûyê perwerdekarê te yê xwey meznahî û rûmet dimîne.
28 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
29 Ên dî asîmana û zemîn de her ji wî dixwazin. Her roj ew di karekî de ye.
30 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
31 Emê ji we re - gelî giraniyê (zemîn cinn û mirov!) - vala bibin.
32 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
33 Gelî koma cinn û mirova! eger hûn dikarin ku ji çarmedorê asîmana û zemîn derên, êdî hûn derkevin. Lê hûn tenê bi hêzek xurt dikarin derkevin.
34 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
35 Wê alav û dûyê ji agir bi ser we de bê þandin; êdî hûn nikarin yariya havûdin jî bikin.
36 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
37 Vêca gava asîman qeliþî, êdî wek donê rengin (kesk û sor û ser) rengsorî bû (wekî hespê kumeyt ku reng bi reng dibe).
38 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
39 Êdî wê rojê ne mirov û ne jî cinn ji gunehê xwe nayê pirsîn.
40 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
41 Sûcdarên gunehkar bi sikûmên xwe tên nasîn vêca bi pocax û piyan tê girtin.
42 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
43 Dojeha ku sûcdarên gunehkar wê diderewînin eva haye.
44 Ew di navbera wê û ava pirr kelandî de diçin û tên.
45 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
46 Ji kesê ku ji þûna (meqamê) perwerdekarê xwe bitirse re du bihiþt hene.
47 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
48 Ew herdû (bihiþt) xwedan cuqliyê rengîn in.
49 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
50 Di wan de du kanî diherikin.
51 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
52 Di wan de ji her fêkiyî du cot hene.
53 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
54 Ew li ser doþekên ku betanê wan ji hevrîþimê qalind paldayî ne, û çinîna (fêkiyê) bihiþta li ber desta ye.
55 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
56 Di wan de (jinên) tenê li mêrên xwe dinêrin hene ku berî wan ne tu mirov û ne tu cinn têkilî wan nebûne.
57 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
58 Ew (jin) her wekî yaqût û mircanan e.
59 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
60 Ma bergîdana qenciyê ji qenciyê pêve heye?
61 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
62 Ji wan (du bihiþta) wêdetir du bihiþtê din jî hene.
63 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
64 Herdû jî çîlhêþîn in.
65 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
66 Di wan de du kanî tim dizên hene.
67 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
68 Di wan de fêkî û darê xurma û hinar hene.
69 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
70 Di wan de jinên xuy xweþ û rû xweþik hene.
71 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
72 Jinên çavbelek ên ku di konan de parastî ne.
73 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
74 Berî wan ne tu mirov û ne jî tu cinn têkilî wan nebûne.
75 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
76 Li ser xaliyên kesk û tejikên rind paldayî ne.
77 Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
78 Pirr pîroz e navê perwerdekarê te yê xwey meznahî û rûmet!